
Mihrecana Roja Helbesta Kurdî
Li Essen- Almanya
Helbesta yekem
1
Xewna min
Xewna min revandin… Xwezî şeva min birevandana,
ji ber ku şev
derfetê xewnê dide min,
lê xewn
ya ku min zindî dihêle
2
Navê min
Navê min birin
Xwezî rûyê min bibirana,
ji ber ku rû winda dibe,
lê nav
yê ku min herdemî dike
3
Pênûsa min
Pênûsa min ji min standin
Xwezî çavên min jê bikirana,
ji ber ku çav
cîhanê dibîne,
lê pênûsa min wê di afirîne
4
Baskên min
Baskên min şikandin
Xwezî lingên min bişikandana,
ji ber ku ling
li ser erdê dimeşe,
lê bask gîyanê ber bi asîman ve,
bilind dike.
5
Dengê min
Dengê min dizîn
Xwezî bêhna min bidizîna,
ji ber ku
çi sûdeya dengekî
bê dilekî ku bi rastiyê lê dide
heye?”
Helbeste duyem
Soznameya Ruh
Ez ji xew rabûm, bi dengê bayê
Li ser çiyan bû ala evînê
Xwîna kalan li ser keviran bû
Dîroka me bi ronî nivîs bû
Warê me, soz didin em namirin
Dayîk lorîkan dikin bi kurdî
Zar şiyar dibin bi evîna war
Ziman ne tenê deng e, ew ruh e
Emê bijîn bi soza kal û bav
Warê me, soz didin , em namirin
Çem diherike bi stranan ber jor
Dar , ber xwe didin .. bi hêza bava
Stêrk hemî li me dinêrin ji dûr
Dilê me dişewite bi evîn
Warê me, soz didin em namirin
Em xwar nabin tu car ji rêya rast
Azadî tê .. bi xwîn û bi rûmet
Nikarin vînê ji dil derxînin
Çiya şahid in, em venegerin
Warê me, soz didin.. em namirin
Helbesta sêyem
Li benda te
Dilê,m li derî li benda te ye
Şev jî li ser rê li benda te ye
Navê te di bêdengiyê da ye
Ruhê te di bîriya min da ye
Çavên min jî li rêya te ma ne
Baran li ber derî her digirî
Kursî li ber maseyê hîn ma ye
Destê min li cihê destê te ye
Kasa çay jî li ber min sar ma ye
Agir di hundir min da xort ma ye
Tu çû , lê şev di hundir min da ma
Roj li pencereya min .. bû mirî
Reng di çavên min da .. man vemirî
Her şev navê te .ez hîn bang dikim
Lê şev navê te vedigerîne
Helbesta çaren
Dîlber
Dîlbera Nazik di ber min re çû
Ez mame bêzar, Dilê,m têkva çû
Hat bîra min sozên wê bi hezar
Ji bo wê ez mam xemgîn û bêçar
Pêjna wê tîrek di dilda ma yî
Xeyalên min wê tev dagir kirî
Dil û canê min bi wê re ma yî
Seba wê yarê dil dişewitî
Ez bê deng mame ji roja cûyî
Şev û rojên min çûn bi nexwaşî
Di cavên min de reng tev reşbûn
Şikestiyam ez rê giş wendabûn
Zekeriya Şêx Ehmed
مهرجان الشعر الكردي في ألمانيا في إيسن – ألمانيا. 25/10/2026
النص الاول
1- حلمي
خطفوا حلمي… ليتهم خطفوا ليلي، فالليل يعطيني الفرصة لأحلم، لكن الحلم هو ما يبقيني حياً.
2- اسمي
أخذوا اسمي… ليتهم أخذوا ملامحي، فالملامح تزول، أما الاسم، فهو ما يخلدني.
3- قلمي
انتزعوا قلمي… ليتهم انتزعوا عيني، فالعين ترى العالم، لكن قلمي يصنعه.
4- جناحي
كسروا جناحي… ليتهم كسروا أقدامي، فالقدم تسير على الأرض، لكن الجناح يعلو بالروح إلى السماء.
6- صوتي
سرقوا صوتي… ليتهم سرقوا أنفاسي، فما فائدة صوت بلا قلب ينبض بالصدق؟
النص الثاني
عهد الروح
أفقتُ من نومي على صوتِ الريح
فوق الجبالِ كانت رايةُ العشق موجودة
و دمُ الأجدادِ كان على الصخور
و تاريخُنا كان مكتوباً بالنور
يا وطننا، نعاهدك أننا لا نموت
الأمهاتُ يُغنين التهويدة بالكوردية
و الأطفالُ يستيقظون على حبِّ الديار
اللغةُ ليست صوتاً فقط إنها الروح
سنحيا على عهدِ الآباء و الأجداد
يا وطننا، نعاهدك أننا لا نموت
النهرُ يجري بالأغاني نحو الأعالي
و الأشجارُ تستندُ إلى قوةِ الآباء
و النجومُ كلُّها تنظرُ إلينا من بعيد
و قلوبُنا تحترقُ بالحب
يا وطننا، نعاهدك أننا لا نموت
لن نحيدَ أبداً عن طريقِ الحق
فالحريةُ تأتي بالدمِ و الكرامة
لا يستطيعون أن يقتلعوا الحبَّ من القلب
و الجبالُ شاهدةٌ، إننا لن نتراجع
يا وطننا، نعاهدك أننا لا نموت
النص الثالث
بانتظارك
قلبي عند الباب، في انتظارك
و الليل فوق الطريق، في انتظارك
اسمك يسكن في الصمت
و روحك ما زالت في ذاكرتي
عيناي ما زالتا على الطريق
و المطر يبكي عند الباب
الكرسي ما زال إلى جانب المائدة
و يدي ما زالت حيث كانت يدك
فنجان الشاي أمامي، برد
و النار ما زالت في داخلي
رحلتِ، لكن الليل بقي فيّ
رحلتِ، لكن الوجع بقي فيّ
مات النهار عند النافذة
و انطفأ اللون من عينيّ
ناديتُ اسمك في كل ليلة
فأعادت الليالي اسمك
النص الرابع
الجميلة الرقيقة مرت أمامي
أنا المتعب، بقلبي المكسور
تذكرت وعودها التي تعد بالألاف
من أجلها أصبحت حزيناً و بائساً
طيفها كان سهماً في قلبي
و أحلامي كلها كانت خاضعة لإحتلالها
قلبي وروحي بقيا معها
من أجلها كان قلبي يحترق
أنا صامت منذ رحيلها
أيامي و لياليّ مضت في العذاب
كل الألوان أصبحت سوداء داكنة في عيني
تحطمت و كل الطرق ضاعت مني